Rewşa mirovî li Xezeyê ji ber êrîş û ablûqaya Îsraîlê her diçe giran e.. Bombardimana wesayît û xaniyên sivîlan didome tevî agirbestê. Binesaziya perwerde û tenduristiyê wêran bûye..

Ji Cotmeha 2023an ve zêdetirî 74 hezar Filistînî hatine kuştin û birîndar bûne.. Binesaziya sivîl nêzîkî ji sedî 90 zirar dîtiye. Rojanê 600 kamyon alîkarî lazim e.. Lê rojên derbasbûnê tenê 250-300 kamyon ketine Xezeyê. Ev rêje kêm e..

Zêdetirî ji sedî 95ê gel bi alîkarî û aşxaneyan ve girêdayî ye. Piraniya malbatan birçî ne.. 1.5 mîlyon kes di konên qedîm de dijîn. Zivistan tê, rewş dê giran bibe..