Polîsa Federal a Belçîkayê operasyoneke berfireh li dar xist, rêxistineke sûc hat hedefkirin.. Operasyon bi hevahengiya dozgeriyê hate meşandin, lêpirsîna demdirêj bingeh bû..
Zêdetirî 200 polîs beşdarî xebatê bûn, gumanbar li herêmên cuda hatin tespîtkirin.. Bi piştgiriya yekîneyên taybet û tîmên kûçikan, lêgerînên berfireh hatin kirin.. Di operasyonan de çek, teqemenî, wesayît û pereyên pir zêde hatin desteserkirin..
Heft kes hatin binçavkirin. Lêpirsîna der barê rola wan de berdewam dike.. Rayedaran got, têkiliyên gumanbaran û berpirsiyariyên wan di rêxistinê de tên lêkolînkirin..
