Belçîka, Hollanda, Lûksembûrg, Fransa li dijî madeyên hişbir operasyoneke hevpar li dar xistin.. Di navbera 28ê Îlonê û 4ê Cotmehê de ev operasyona berfireh hat pêkanîn..

Di çarçoveya vê operasyonê de bi hezaran wesayît û gelek trên hatin kontrolkirin.. Polîsên federal 3 hezar û 135 wesayît, 89 trên lêkolîn kirin.. Heta niha 3 hezar û 868 kes hatin kontrolkirin, 42 kes jî hatin binçavkirin..

Di lêgerînan de bi kîloyan madeyên hişbir, 12 çek û 70 hezar euro hatin desteserkirin.. Hevkariya navneteweyî, li dijî torên tawanên rêxistinkirî zextê hîn zêdetir dike..