Belçîkayê di sala 2025an de di berhevkirina bermahiyên elektrîkî û elektronîkî de rekor tomar kir.. Ji sedî 66,2yê alavên sê salên dawî hatin komkirin, hedefa Ewropayê derbas bû..
BeWeee ragihand ku li Ewropayê tenê çend welatan ev asta bilind bi dest xist.. Gelek cîhazên elektrîkî yên wekî telefon û tablet her sal dibin bermahî.. BeWeee diyar kir ku ev yek dibe sedema windabûna madeyên xav ên hêja..
Belçîka ji bo şopandin û vezîvirandina van bermahiyan xebatên xwe bi lez didomîne.. Her amûrek vezîvirandî çavkaniyek madeya xav e ji bo aboriya welêt..
