ENTSOGê ragihand ku Ewropa bi binesaziyeke gazê ya bihêz dikeve zivistanê.. Li gorî ENTSOGê, binesaziya gazê ya parzemînê ji bo zivistanê gelek bihêz e..
Depoyên gaza siruştî yên Ewropayê tenê ji sedî 72 tije ne û ev kêm e.. ENTSOG dibêje divê depoyên gazê her dem bên nûkirin û çavdêrîkirin.. Herwiha divê dabînkirina gaza siruştî ya şilkirî ango LNG jî bê şopandin..
Rêvebirê ENTSOG, Kuś got: Her mîqdara gaza zêde rewşa Ewropayê bihêz dike.. Heke dabînkirina LNG kêm be, rezerv dikarin bikevin bin sedî 30..
