Li Îspanyayê bi hatina havînê asayîşa deryayê hişyariyên xwe pir zêdetir kirin. Tehlûkeya nû xêzika deryayê ya kujer e ku ji nava deryayê rabûye.
Ev canewar li bakurê Îspanyayê li peravên deryayê pir zêde xuya bûn. Li herêma Baskê û Saint-Sébastien hejmara van pir bû belediyeyê kumxane girtin. Li Saint-Sébastienê sed û bîst kesî pê girtin du kes birin nexweşxaneyê.
Pispor dibêjin ev zêdebûn ji ber bayê û germahiya deryayê ye. Ev tehlûke Fransa jî girt li peravên wê avjenî hat qedexekirin.
