Li Tirkiyeyê, zarokên bin 15 salî nikarin platformên medyaya civakî bikar bînin.. Ev rêzikname ji aliyê Serokatiya Ewlekariya Sîber a Tirkiyeyê ve hat weşandin..
Platform mecbûr in temenê bikarhêneran bi rêya pergala E-Dewletê kontrol bikin.. Hesabên heyî jî divê heta 31ê Adara 2027an temenê xwe verast bikin.. Hesabên ku aîdî zarokên bin 15 salî ne dê bên girtin..
Ji bo yên 15 heta 18 salî, dê hesabên wan nepenî bin.. Ev rêziknameya nû dê di 1ê Mijdara 2026an de bikeve meriyetê..
