Komîsyona Yekîtiyê pêşniyara krediya 45 milyar ewroyî ji Konseya Yekîtiyê re pêşkêş kir.. Ev kredî ji bo Ukrayna sala 2027an hewcedariyên bûdçe û parastinê dabîn dike..

45 milyar ewroyî ji wan 13,3 milyar ewro wekî piştgiriya bûdçeyê tê bikaranîn.. 31,7 milyar ewro bi giranî ji bo xurtkirina kapasîteya pîşesaziya parastinê tê xerckirin.. Finansman bi şertên mafê serdestiyê û şerê li dijî gendeliyê ve girêdayî ye..

Ukrayna stratejiya xwe ya darayî pêşkêş kir û ev jî erênî hate nirxandin.. Ji destpêkê heta niha Yekîtiya Ewropayê û welatên endam 231,6 milyar ewro dane..