Li Tirkiyeyê di hilberîna elektrîkê de ji roj û bayê rekor hat şikandin.. Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî di Tebaxa îsal de daxuyaniyek parve kir..
Hilberîna elektrîka rojê 5,16 milyar, ya bayê jî 4,74 milyar kîlowatsaet bû.. Bi tevahî, ji van her du çavkaniyan 9,9 milyar kîlowatsaet enerjî hate hilberandin.. Ev mîqdar bi hilberîna herî zêde ya dîrokî re wekî rekor hat tomarkirin..
Wezîr Alparslan Bayraktar got ku veberhênan di van hejmarên hilberînê de xuya dibin.. Armanca me avakirina binesaziyeke bihêz û serbixwe ye ji derve, wî anî ziman..
