Ryanair li Belçîkayê ji bernameya zivistana 2026-27ê, 20 xetên firînê ji holê radike.. Vê biryarê, nakokiya li ser zêdebûna bacên firînê ya hukûmeta Belçîkayê derxist holê..
Ryanair dibêje baca her rêwiyî ji du ewroyan heta heft ewroyan zêde dibe.. O'Leary dibêje di 2027an de bihayên bilêtan deh heta bist sedî zêde dibin.. Bilindbûna sotemeniya firokeyan û kêmbûna kapasîteya firînê li Ewropayê bihayan pir zêde dike..
Ji vê guherînê hewavaniyên Brukselê û Charleroi bandor dibin, rêwî jî zirarê dibînin.. Hîn lihevkirin nehatiye çêkirin; rêwî berî plankirina rêwîtiyê bi şirketê re têkilî daynin..
