Serokê Rûsyayê Putîn got ew amade ne bi Ukraynayê re peymana aştiyê çêbikin.. Putîn ji ateşbesê zêdetir peymana aştiyê dixwaze, ji bo ewlehiya her du welatan..
Di axaftina xwe ya televizyona dewletê de Putîn li ser gotina Zelenskiy rawestiya.. Zelenskiy gotibû ew amade ne ji bo aştiyê hinek axa windayî qebûl bikin.. Putîn got ev axa ne ya wan e, bi dîrokî axa Rûsyayê ye..
Wî got ev rewş bi taybetî li Ewropayê bûye sedema kampanyaya dijî Rûsyayê.. Putîn got ev şîzofreniyeke siyasî ye, lê umêd dike ku ew derbas bibe..
