Hollanda, li herêma Lijndenê, li otobana A9ê qezayeke giran rû da.. Piştî qezayê, cihê bûyerê ji aliyê ekîbên polîsan ve hate lêkolînkirin..

Polîs Team Transport Amsterdam daxuyanî da, ekîb serê sibê çûn cihê bûyerê.. Vê yekê bi daxwaza Yekîneya Lêpirsîna Dadwerî ya Polîsa Hollanda Bakur kirin.. Piştî xebatên lêkolînê, wesayîta qezayê ji cihê bûyerê hat rakirin..

Wesayît ji bo lêkolîneke kûr, ji navendeke lêkolînê re hat şandin.. Ji bo lêkolîna hûr, çend rêyên A9ê ji trafîkê re hatin girtin..