Hikûmeta Almanyayê li ser kêmkirina baca sotemeniyê ya 17 sentî li hev kir.. Li gorî planê, baca enerjiyê ya benzîn û mazotê 14 sent dadikeve..
Bi baca nirxa zêde re, daketin ji bo xerîdaran li ser her lîtrekî dibe 17 sent.. Ev biryar dê di 1ê Cotmehê de dest pê bike û heta dawiya 2026an didome.. Saziyên civakî, mafên xerîdaran û muxalefetê li dijî vê planê derketin..
Wan got, ev piştgirî ne ji bo hewcedaran e, di heman demê de giran e.. Hikûmet, ji bo sala 2027an, sînorek bihayê demkî ji bo sotemeniyê plan dike..
