Hollanda de di ava şebekeyê de madeyên kîmyewî yên PFAS bi astek bilind hatin dîtin.. Ev madeyên kîmyewî di xwezayê û laşê mirov de demek dirêj dimînin..

Li gorî analîza Greenpeace, PFAS li hin herêman ji rêjeya pêşniyarkirî zêdetir bû.. RIVM ji bo lîtreyekê 4,4 nanogram pêşniyar dikir; lê ew hat derbaskirin.. Herî zêde li IJmuiden û Zaandam 14,3 nanogram PFAS hat pîvandin..

Ev made gelek berheman de tên bikaranîn û tenduristiyê xirab dikin.. Hikûmetê got divê rêjeya PFAS kêm bibe, qirêjî her ku diçe zêde dibe..