Li Tirkiyeyê kotaya nêçîra masîyên balonê yên zirarê didin ekosîstemê, hat zêdekirin.. Wezareta Çandinî û Daristanê ev kota ji 200 hezarî derxist milyonekî..
Ji bo her masîyekî ji heft cureyan deh lîra piştgirî wê bê dayîn.. Heger ev kota bi tevahî bê bikaranîn, piştgirî dê bigihîje 10 milyon lîrayî.. Ji bo masîya balonê ya benikî ku jehra wê zêde ye, kotaya berê didome..
Li vir ji bo 100 hezar masî, her masî 35 lîra ye, 3.5 milyon lîra.. Bi temamkirina hemû kotayan, piştgiriya giştî dikare bigihîje 13.5 milyon lîrayî..
