Li gor lêkolîna IAB, sanayiya Almanyayê her meh 15 hezar kar winda dike.. Karkerên derbasî pîşesaziya berevaniyê bûn, lê ev têrê nekir windahiyan telafî bike..

Di heman demê de 23 hezar karker çûn rêveberiya giştî û sîgortayên civakî.. Tengasiya enerjiyê, bihayên wê, û guhertinên bazirganiyê zextê li sanayiyê dikin.. Kêmkirina veberhênanan û damezrandina şirketên nû, derfetên kar jî kêm dike..

Sektora otomotîvê herî zêde bandor bû, Volkswagen 50 hezar kar plan dike bibire.. Sendîka IG Metall ji bo parastina karan û piştgiriya hikûmetê daxwazên xwe kir..