Li qapûya sînorê Bulgaristanê gumrukîyan gelek zêrên qaçaq dîtin û girtin. Di otomobîleka bi pîleya Brîtanyayê de lêgerîneke pirr kûr hate kirin.

Ji heftsed gramî zêdetir zêr û zîvê qaçaq li wir derketin holê. Ev zêr li ser jineke rêwî di çenteya wê de veşartî bû. Herwiha beşa din jî li ser bedena wê bi hostayî hatibû veşartin.

Nirxê giştî yê van zêran pêncî hezar û sed Euro ye. Ji bo bûyerê lêpirsîneke berfireh ji aliyê rayedaran ve dest pê kir.