Li sînorê Bulgaristan-Tirkiyeyê, 12 kîlogram kokaîn di kamyonekê de hat dîtin.. Midûriyeta Ewlehiyê ya Bulgarîstanê dermanê hişbir di çantayeke kabînê de dît..
Kamyon ji Bulgaristanê diçû Tirkiyeyê, şofêrê wê Bosna-Hersekî bû.. Şofêrê 58 salî hat girtin. Derman di 12 pakêtan de hatibû pêçan.. Toza spî ya nav pakêtan, bi testa meydanê, kokaîn derket..
Giraniya giştî ya 12 pakêtên kokaînê, 12 kîlogram û 630 gram bû.. Dozgeriya Herêmî ya Hasköyê lêpirsîn da destpêkirin. Lêkolînên berfireh didomin..
