Li Bûlxaristanê li bajarê Vîdînê di kontrola gumrukê de kamyonek sekinandin. Di wê kontrola bi rontgenê de di kamyonê de ciyekî veşartî dîtin.
Di vî cihê veşartî de şeşsed hezar dane cixareyên qaçax hatin girtin. Ev bûyer encama xebata mehan ya polêsên sînorê Bûlxaristanê bû. Di meha îlonê de li devera Vîdînê polêsan kamyonekî plaqeya Bûlxaristanê sekinandibûn.
Ajovanê wê kamyonê mêrekî pêncî û şeş salî bû û Bûlxar bû. Cixareyan banderola Kosovayê hebû ajovan û kamyon hatin binçavkirin lêkolîn berdewam e.
