Hukûmeta federal a Belçîkayê ji bo hin nexweşiyên sivik biryareke girîng ragihand.. Nexweş êdî dikarin bêyî reçeteya doktor rasterast serî li fîzyoterapîst bixin..

Ev biryara girîng li gorî pêşniyara Wezîrê Tenduristiyê Frank Vandenbroucke hate girtin.. Ev rêzikname nexweşiyên sivik ên wekî dilqelişîna pê û êşa zendê digire.. Biryar dê pêşî li xerabûna nexweşiyê bigire û serdanên doktor kêm bike..

Herwiha barê ser bijîşkên malbatê sivik dike û ezmûna fîzyoterapîstan bi kar tîne.. Ji bo her şikayetê, hejmara danişînên fîzyoterapîyê heft caran tê sînorkirin..