Li paytexta Belçîkayê Brukselê polîsên federal û şeş qada polîsî operasyoneke mezin li dar xistin. Li gor daxuyaniya polîsên federal ev operasyona mezin di çarçoveya FIPA de hate lidarxistin.

Wezîrê hundir ê Belçîkayê Bernard Qûntîn jî hat û tevlî karî bû. Ev cara pêşî bû eskerên welêt jî beşdarî operasyona polîsî bûn. Polîsên federal gotin ev kar li gor plana bajarên mezin herdem tê kirin.

Rêxistina veguhastina gel STIB û Securailê ewlekariya rêhesinê piştgirî dan operasyonê. Derheqê encamên operasyonê tu agahiyeke berfireh hêj ji welatîyan re nehate parvekirin.