Hollanda bajarê Schiedam li herêma Schiedam-Noord polîsan agahiya cixara qaçax girtin. Tîma Flexteam Rijnmond-Noord û memûrên gumrikê li pey minibûsek ku tijî cixareya qaçax bû.

Ew minîbûs bi lez hat tespîtkirin û sekinandin lêbelê ajokarê wê hewl da bireve. Lê polîsan ew zû girtin û di gerîna di minîbûsê de cixareyên bandrolsûz dîtin. Piştî lêkolîna kûr zêdetirî heşt sed hezar cixara qaçax hat desteser kirin.

Du kes hatin girtin bi îdîaya ku wan qanûnên gumrikê binpê kirine. Lêpirsîn ji aliyê rêveberiya gumrikê û FIOD ve hat kûrkirin û didome.