Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump li eyaleta Tennessee ji bo hilbijartinên navbera axivî.. Trump ji bo hilbijartinê ku dikare hevsengiyan li Kongreyê biguhezîne piştgirî da berendaman..
Wî got ku dibe navê Tengava Hurmuzê were guhertin û bibe Tengava Trump.. Trump got Îran welatekî pir şeytanî ye û terorê li cîhanê belav dike.. Ew got heke Îran çekê nukleer bi dest bixe wê bêtereddûd bikar bîne..
Trump her wiha behsa leşkerên Amerîkî kir ku jiyana xwe ji dest dan.. Trump got Îran berî hilbijartinan êrişeke nû plan dike, em dikarin zû bidawî bikin..
