Îro sibê li Boğaza Îstanbulê bûyerek xeternak çêbû, trafîk bi tevahî hat sekinandin.. Keştiya Ivyan ku ji Bulgaristanê ber bi Îtalyayê ve diçû, ala Malta hilgirtibû..
Ji ber xelela makîneyê ew li ber Kanlîcayê mecbûr ma ku lenger bavêje.. Keştiya bi qasî 110 metre dirêj û 6 hezar ton rûnê nebatî hilgirtibû.. Nêzîk bû bikeve keviya erdê, lê zû hat sekinandin ku xerabiyek mezin çêbibe..
Dîmenên ku welatiyan bi telefonên desta tomar kirin, li medyayê hatin belavkirin.. Ekipên ewlehiya peravê bi du keştiyên alîkar hewl didin keştiya barhilgir rizgar bikin..
