Li Hollandayê di deh salên dawî çar hezar şirketên nû tesîsatçiyê hatin vekirin. Daneyên Odeya Bazirganiyê nîşan didin ku niha 11 hezar 500 tesîsatçî tomar bûne.
Ev jimar ji sala 2016an ve niha bi qasî sedî 60 zêdetir e. Sektora tesîsatê hîn jî bi kêmasiya karkeran re rû bi rû ye dimîne. Rêxistina sektorê diyar dike ku talebe li ser teknîsyenan jî hîn zêde bûye.
Ji ber xaniyên domdar avahiyên nû û guhertinên avhewayê ev talebe zêde kiriye. Di perwerdeya teknîkî de xwendekarên ku dixwazin tesîsatçî bibin hîn bêtir piştgirî bibînin.
