Li bajarê Hoornê motorsîklet û erebeyek li hev ketin rewş giran e. Piştî bûyerê polîsan daxwaz kir ekîbên Amsterdamê hatin cihê bûyerê.

Ekîbên polîsan bi du vinçên mezin erebe û motorsîklet ji cihê bûyerê rakirin. Ekîbên trafîkê yên Hollandayê sedemên qezayê lêkolîn kirin nîşanan berhev kirin. Piştî hemî lêkolînan herdu erebe birin navenda polîsan ji bo berdewamiya lêkolînan.

Rayedaran dîyar kirin ji bo zelalkirina bûyerê hevkariya polîsan gelek pêwîst e. Rayedaran daxwaz kirin ku ajokar baldar bin rêzikên trafîkê cî bi cî bikin.