Li Belçîkayê qanserê pişikê êdî di jinan û yên cixare nekişandî de zêde bûye. Weqfa Qanserê ya Belçîkayê dibêje ev rewş bi rastî metirsîdar e.

Di nav jinan de ev nexweşî gelek zû zêde bûye berbi jor ve. Berê jinên nexweş kêm bûn lê niha hejmar gelekî zêdetir bûye. Niha jî pirraniya qanserê pişikê ji ber kişandina cixareyê derdikeve.

Lê belê êdî di kesên cixare nekişandî de jî tê dîtin. Faktorên wekî qirêjiya hewayê madeyên xerab jî sedemên din in.