Li Belçîkayê belgeyek derketîye nîşan dide nexweşiyên ruhî gelek zêde bûne. Salekî zêdetir e ku gelek xelk ji kar dûr ketîye jiber van nexweşiyan.
Li gorî raporê ji sedî sî û du zêdebûnek di depresyon û bêhalîyê de heye. Hejmara kesên nexweşîya wan ya ruhî heye gihiştîye sed û pêncî û pênc hezar sêsed û şêst kesan. Ji van nexweşan zêdetirî nîvî pêncî salî û jor in ev rewş giran e.
Du sê parê wan jin in lê zêdebûn di mêran de eşkertir xuya dike. Ev rewş li ser sîgortaya tenduristiyê gelek bar aniye milyaran euro zirar heye.
