Wezîrê Çandê Mehmet Nûrî Ersoy li Aspendosê peykerekî girîng hate dîtin ragihand. Peykerê Xwedayê Saxiyê Asklepios û kurê wî Telesphoros bi hev re derket holê.
Ev peyker hezar û heşt sed salî ye ji dema Împaratoriya Romayê ye. Asklepios kal por dirêj rîspî bejna wî jorîn tazî hate çêkirin. Telesphoros zarokek biçûk bû cilê wî hemû laşê wî nixumandibû.
Peyker li nêzîkê şanoya bajêr di nav kavilan de derket holê. Ev peyker li ser kulta Asklepios agahiyên nû yên arkeolojîk dide.
