Li bajarê Nord ê Fransayê polêsan rêzikên siyarên skoteran ji nû ve anî bîra gel. Ji bo bikaranîna wan wesayîtan divê qet nebe temenê mirov çardeh salî be.
Tenê mirovek dikare siyarê wan bibe û leza herî zêde bîst û pênc kîlometre ye. Bîmeya mecburî divê bê çêkirin her weha alavên ewlehiyê yên lazim bêne bikaranîn. Serpoş bikaranîn jî mecbûrî ye û ji bo ewlehiya hemû siyarê wan pêwîst e.
Piştî yekê meha îlonê ya sala dudu hezar û bîst û şeş serpoş mecbûrî dibe. Berpirs dibêjin gel alavên xwe ji niha ve amade bikin rêzikên ewlehiyê biparêzin.
