Trump got ku Amerîka yê pereyê alîkariya leşkerî ya Ukraynayê ji Ewropayê bixwaze. Alîkariya ku berê di dema serokê kevin de belaş hatibû dayîn.

Niha Trump dibêje Ewropa divê pereyê wê alîkariyê bide Amerîkayê paşê. Piştî ku Trump dîsa hate Qesra Spî alîkariyên çekan rawestandin. Got eger Ewropa bide wan yê her tiştî dîsa bişînin Ukraynayê.

Amerîkayê ji destpêka şer ve sed û panzdeh milyar euro arîkarî da. Yekîtiya Ewropayê jî heftê û heft milyar euro piştgirî daye Ukraynayê.