Li welatê Belçîkayê li gundên derdorê çûkên zeviyê her diçin kêm dibin. Di sî salên dawiyê de hemû çûk sedî sî kêm bûn.
Lêbelê ev rewş ji bo çûkên zeviyê gihîştiye sedî şêst. Pispor dibêjin cotkariya giran û jehra zeviyê sedemên sereke ne. Cureyên wek çûka zeviyê çivîka qehweyî û kew di bin xetereyê de ne.
Zeviyên berfireh û makîneyên cotkariyê cihen wan teng kirine. Divê kêmî sedî deh ji zeviyan ji xwezayê re bê hiştin.
