Hollanda de Komeleya Sîgorteya Xebatkaran got pereyên WIA yê şaş hatine dayin. Ji sala dudu hezar û bîst heta dudu hezar û bîst û çar ev bûye.
Bi deh hezaran xebatkarên nexweş ên demdirêj ji vê yekê bandor bûne. Hinekî kêm hinekî jî zêde pere ji wan re hatine şandin. Nêzîkî dudu sed û bîst hezar dosya hatin kontrolkirin û hat dîtin.
Çil û sê hezar dosya şaş bûn lê tam hejmar ne diyar e. Vegerandina pereyan ji yekê meha îlonê dest pê dike heta dudu hezar û bîst û heftan.
