Li Almanyayê di lêkolîna PISA de encamên zarokên panzdeh salî hatin ber çavan. Ev encamên wan zarokan di bîst û pênc saliya lêkolînê de herî kêm bûne.
Gelek zarokên mektebê di xwendin û matematîkê de hîn jî zehmetiyên mezin dikişînin. Puanên matematîkê yên Almanyayê di van salên dawî de gelek kêf ketine. Rêxistina OECD dibêje ku ew ji xwendina zarokan pir nîgeran in.
Lêbelê li Almanyayê serkeftina perwerdehiyê bi malbata zarok re girêdayî ye. Bernameya Startchancen ji bo çareseriyê hate destpêkirin lê pispor dibêjin bicihkirina wê girîng e.
