li sînorê Calafatê li Romanyayê di kontrolan de dehheşt koçber hatin girtin. wan koçberan xwe di beşa bar a kamyoneke Ukraynayî de veşartibûn.
wan koçberan xwe ji Sûriye û Iraqê dan nasîn hat zanîn. polîsan got kamyonê ji Tirkiyeyê ber bi Slovakya ve kaxez dibirin. di van kontrolan de derket holê ku belgeyên wan tune ne.
ev kes bi qaçaxî xwestibûn bikevin nav welêt hemû hatin girtin. walîtî û polîs gotin kesên girtî dê teslîmî Bulgaristanê bên kirin.
