Li nêzî Balafirgeha Brukselê dîsa drone hat tespîtkirin, ev cara duyemîn e.. Skeyes ragihand ku şeva şemiyê dron bi çav û pergalên dîjîtal hate dîtin..
Li gorî balafirgehê, roja şemiyê tu pirsgirêk di firînan de çênebû.. Lê şeva berê firîn hatibûn rawestandin û sê balafir hatibûn guhertin.. Kesên dron bi kar anîne û armancên wan hîn jî nayên zanîn..
Skeyes dibêje dibe ku ji ber bêkontrolî yan jî armanceke xerab be.. Niha tu nîşana niyeta xerab tune ye, lê lêkolîn berdewam dike..
