Li Fransayê operasyonek berfireh li dijî tora qaçaxçiya çûkan pêk hat.. Jandarmayê eşkere kir ku hin cotkar bi dizî cûreyên parastî difirotin..
Eşkere bû ku du sal in çûkên nedestmalî, parastî dikirin û qaçax difirotin.. Bazirganiya qaçax bi rêya reklaman, medyaya civakî û borsayên çûkan dihat kirin.. Kurê yek ji gumanbaran jî bazirganî domandibû, kar dihat berfirehkirin..
Yekîneya Lêkolînê ya Vierzon û OFBê operasyona dadî bi hev re pêk anîn.. Çûkên parastî, du kewgirên reş, belge, pere û hişbir hatin desteserkirin..
