Li Fransayê li gundê Bastide-Puylaurent ê girêdayî Lozereyê şewatek mezin derket pê. Ji bo vemirandina agir qasî dused û pêncî agirkuj û yazdeh balafir şandin wir.
Li gundê Prevencheres ê nêzîkê Bastide-Puylaurent dido herêmên niştecihbûnê hatin valakirin. Agirê ku bi şev ber bi Prevencheres ve diçû saet yazdeh de hate kontrolkirin. Heta niha sedema şewatê nehatiye eşkerekirin qasî dused û pêncî hektar şewitî.
Di dema vemirandinê de agirkujek ling û destê wî şewitî rakirin nexweşxanê. Hemwelatiyên ku hatibûn valakirin sibehê zû karîbûn vegerin malên xwe.
