Ajansa Ewlehiyê ya Hollandayê li Rotterdamê 350 cixareyên elektronîkî yên bîhnxweş ên qedexekirî eşkere kir.. Kontrol piştî binpêkirinên berê yên xwediyê dikanê roja Înê hatibû kirin..

Rayedaran piştî lêkolînan di dikanê de îhtimala cixareyên elektronîkî yên zêdetir destnîşan kirin.. Di depoya mala wî de nêzî 21 hezar cixareya elektronîkî ya bîhnxweş hat dîtin.. Hemû van cixareyên elektronîkî yên bîhnxweş ji aliyê rayedaran ve bi fermî hatin desteserkirin..

Hat ragihandin ku dê xwediyê dikanê cezayekî giran ê pere bide.. Ajans hêvî dike ku tedbîrên hatine girtin dê pêşî li dubarebûna binpêkirinan bigire..