Polîsên Federal ên Belçîkayê, li bajarê Charleroi operasyonek mezin li dar xistin.. Operasyon li dijî rêxistineke sûc ku bazirganiya hişbirê dikir hate kirin..

Di 15ê Îlonê de li herêma Charleroi 34 mal û cih hatin lêgerîn.. Bi tevahî 350 polîsên federal beşdarî operasyonê bûn û cih girtin.. Di lêgerînan de 24 çekên dirêj, 40 debance û gelek cebilxane hatin desteserkirin..

Kîloyek esrar û 600 gram kokaîn, herdu madeyên hişbirê, hatin bidestxistin.. Di encama operasyonê de bîst û heft kes hatin girtin û binçavkirin..