Li Romanyayê li Calafatê di nav tirêk mohrkirî da panzdeh kes hatin dîtin. Rêxistina gumrikê got ev bûyer sibehê zû di parka tirê qewimî.
Ekîbên gumrikê yên Calafatê tirê ku ji Tirkiyê diçû Awûsturyayê rawestandin. Di kontrole ewilî de tiştek xerab nehat dîtin lê tir mohrkirî bû. Lê paşê dîtin mohra gumrikê bêyî ku bişkê hatiye vekirin.
Piştî vekirina mohrê di nava tirê de panzdeh mirov hatin dîtin. Ev mirov gotin ew ji welatên Îran û Iraqê hatibûn Romanyayê.
