Îro li welatê Elmanya li herêma jorîn a Renê erdhejek mezin çêbû. Di navbera bajarên Worms û Mannheim de saet pênc û bîst û heftan qewimî.
Mezinahiya vê erdhejê sê xala çar bû û gelek kesan hîs kir. Li gorî lêkolînên ewilî yên servîsa sîsmolojiyê zirar û ziyan tune ye. Gelek kesan erdhej hinekî sivik hîs kir lê dengekî bilind jî hat.
Li hin cihan deng û qîreqîr wekî qijqijîkê ji erdê derket gelek caran. Rayedarên herêmî gotin dê hîn zêdetir agahiyên nû bi gel re parve bikin.
