Li Cergya Val-d'Oise ya Fransayê, restorana bi navê Chicken Place hat girtin.. Walîtiya Val-d'Oise daxuyand, rîskeke giran ji bo tenduristiya gel hat dîtin..

Di kontrolan de xwarinên dema wan derbasbûyî hatine bikaranîn û ji bo firotinê hatine pêşkêşkirin.. Berhem di şert û mercên neguncaw de hatine hilanîn, paqijî kêm bûye.. Pêvajoyên hilberîna xwarinê bi rîskên tenduristiyê yên cidî nehatine kontrolkirin..

Bi taybetî qutkirin, marîne kirin û helandina goşt li gorî rêzikan nebû.. Biryar e ku piştî başkirina rewşê, restorana navborî careke din vebe..