Almanya, Fransa, Belçika û Holenda vê payizê jî saeta zivistanê bi kar tînin.. Ev guhertina saetê ya ji bo mîlyonan girîng e, dê 25ê Cotmehê çêbibe..

Di şeva Şemiyê de saet sê nîşan dide, yek saet paşde tê vegerandin.. Bi vî awayî ronahiya rojê di saetên sibehê de bi bandortir tê bikaranîn.. Telefonên jîr, komputer, tablet û hemû cihazên dîjîtal, saeta xwe bixweber rast dikin..

Lêbelê saetên mekanîkî û cihazên ne dîjîtal dê bi destê xwe werin sazkirin.. Tirkiye, sala 2016an ve saeta havînê ya domdar girt, loma saetên xwe venagerîne..