AB Komîsyonê li paytexta Gronlandê, Nuukê, ofîseke mezintir digere.. Ev daxwaz piştî pakêta veberhênanê ya 200 mîlyon Euroyî derket holê..

Amerîkayê jî konsolosxaneya xwe li Nuukê biribû avahiyeke mezin.. Armanc, zêdekirina personel û piştgiriya rêveberiyên herêmî ye ji fonên ABê.. Fonên ABê dê rasterast bo projeyên wekî xanî û binesaziya enerjiyê bên bikaranîn..

Fransa û Kanada jî îsal nûnertiyên dîplomatîk li Gronlandê vekirine.. AB, hebûna xwe ya stratejîk li herêma Arktîkê zêde dike, nemaze di ewlehiyê de..