Îsal heşt mehên borî malê Tirkiyeyê yê derve çar ji sedî zêde bû. Ji sed û heftê û heft milyar dolaran gihaşt sed û heştê û pênc milyar dolarî.
Di vê demê de piraniya malê derve çû welatê Almanya sê ji sedî zêde bû. Gihaşte sêzdeh milyar pênc sed heftê û şeş milyon sê sed heştê û yek hezar dolarî. Li dû Almanya welatên Amerîka Îngiltere Îtalya Îspanya û Fransa hatin di rêzê de.
Piraniya malê derve yê çû Almanya ji bajarê Stenbolê hat şandin. Stenbolê zêdetirî pênc milyar dolar şand malê otomobîlan jî pir çû Almanya.
