Li Belçîkayê, qeyrana dagirtina zêde û kêmasiya personel li girtîgehan, dîsa derket pêş.. Dadgeha Gentê, şertên girtîgehê binpêkirina mafan dît, xwest kapasîteyê daxin %110..
Piştî şeş mehan, ji bo her girtiyê zêde, rojane 500 euro ceza heye.. Ev biryar piştî greva pênc rojî ya gardiyanan hate ragihandin. Grev bi dawî bû.. Sendîkayan ragihand; girtî li ser şilteyan radizên, şertên xebatê ne ewle ne..
Li girtîgehan, li ser kapasîteya 11 hezarî, 13 hezar girtî hene. 545 li erdê radizên.. Hikûmetê planên nû dan destpêkirin; lê sendîka dibêjin pirsgirêkên bingehîn nehatine çareserkirin..
