Dozgeriya Halle-Vilvoorde ya Belçîkayê bi hevkariya Hollandayê, torgilokek kenevîrê eşkere kir.. Ev lêpirsîn geştir bû, piştî girtina kuryeyan gihîşt torgilokek narkotîkê ya navneteweyî..

Di 15ê Îlonê de polîsên Hollandayê, bi tevlîbûna lêkolînerên Belçîkî, li bajarên cuda.. Li 12 navnîşanan lêgerîn pêk anîn, di encamê de neh kes hatin binçavkirin.. Di lêgerînan de 68 hezar euro pere, 50 kîlo kenevîr û 4 kîlo esrar hatin dîtin..

Her wiha 250 pakêt şekirên bi THC, gelek wesayît û hin tiştên lûks.. Tiştên din jî, mîna kêr û şûr, hatin desteserkirin. Lêpirsîn dewam dike..