Baranên xurt li rojhilatê Îspanyayê du rojan bandor kirin, zerar û ziyan derketin.. Li Valensiya, Katalonya û Kastîlya-La Mançayê gelek baran barî, metrekareyê du sed kîlo..

Navçeya Madrigueras a Albaceteyê ji lehiyê herî zêde bandor bû, jinek mir.. Jinek 102 salî, mala wê bin avê ma, di lehiyê de mir.. Karbidestan ragihand ku 90 kesên asê mabûn, bi serkeftî hatine rizgarkirin..

Li Valensiyayê perwerde hat rawestandin, zêdetirî 400 hezar xwendekar neçûn dibistanê.. Lehiyê veguhastin xirab kir, hin rê girtî man, seferên trênan hatin rawestandin..