Li paytexta Almanya, Berlînê, meşek li dijî çekdarî û şer hat lidarxistin.. Ji aliyê însiyatîfeke cuda ve bang hat kirin ji bo vê çalakiyê..

Beşdaran li pêş Deriyê Brandenburgê kom bûn, dû re li bajêr meşiyan.. Sloganên dijî çekdarî, şer û leşkeriya mecbûrî bi dengekî bilind hatin gotin.. Piştgirên Filistînê jî beşdarî meşê bûn, sloganên dijî Îsraîl hatin avêtin..

Pankartên Komkujiya li Xezayê bidin sekinandin û Ciwan dijî şer in hatin hildan.. Polîs got 5 hezar 800 kes, organîzatoran jî 20 hezar zêdetir gotin..